Li Qamişloyê Meşa Dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê destpê kir

Ciwanan li Qamişloyê meşa bi sê rojan a “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werina cenga azadiyê” da destpêkirin.

Endam, rêxistin, yekitî û saziyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, xiyaneta PDK’ê û ji bo piştgiriya gerîla, îro bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Suryan û Kurd dest bi Meşa Dirêj kir. Meş ji Qamişlo destpê kir û wê heta navçeya Dêrikê dewam bike.

Beriya meş destpê bike, endama Rêveber a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Hesekê Besme Mihemed û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Hesekê Rûbîn El Elî daxuyaniyek bi navê tevgerê xwendin.

‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN VAN ÊRÎŞAN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di bin serkêşiya pergala qirkirinê ya faşîst a dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya xeta xiyanetê ya PDK’ê de, êrîşên dagirkeriyê û tesfiyekirinê li dijî civak û welatê me pêk tên. Lê mixabin hêzên navneteweyî piştgiriyê didin van êrîşan.

Dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan armanc dike Kurdan û gelên herêmê qir bike. Şerê li Zapê, ne operasyoneke leşkerî ye lê belê şerê qirkirina komî ya li dijî gelên herêmê û mirovahiyê ye. Ev şer şerê hebûn û nebûnê ye, ji ber dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên çekan heta yên kîmyewî bi kar tîne."

‘DIVÊ LI HER DERÊ EM TEV LI VÊ BERXWEDANÊ BIBIN‘

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gerîla bi bexwedana xwe nahêle dagirker û hevkarên wê bi ser bikevin û wiha dewam kir: “Rojane bi dehan leşkerên Tirk li wê axa pîroz bi saya berxwedana destane û fedakariyên gerîla li Avaşîn û Zapê tên kuştin.

Gerîla rûmet û şerefa me dipaêrzin. Nahêlin dijmin pêl axa me ya pîroz bike. Ji ber wê û li ser vê bingehê divê em tevgera ciwanan, bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê ya gerîla, kar bikin û ala têkoşînê ji bo pêkanîna serkeftinê hildin. Divê em bi ruhê seferberiyê li her derê tev li vê berxwedanê bibin.”

Tê payîn ku çalakvan wê îro di saet 19.00’an de bigihêjin navçeya Tirbêspiyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku meş wê 3 rojan berdewam bike.