Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Minbic û Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Minbic û Şerayê barandin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Minbic û Şerayê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker serê vê sibehê bi çekên giran û topan bombe li gundê Tûxarê yê li bakurê Minbicê barandiye.
Her wiha gundê Tinib ê Şerayê û gundên Şiwarxeyê jî bombe dike.
Hate ragihandin ku heta niha 19 top li gundan ketine û agir bi zeviyên gundiyan ketiye.