Rêveberiya Xweser: Em ê destketiyên gelê xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber gefên dewleta Tirk a dagirker rabû û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê herêmên xwe û destketiyên gelên xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiv da gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Daxuyanî li ber navenda rêveberiyê ya li Reqayê hate dayin. Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi guhertina demografî û Tirkkirina herêmê hate kirin û hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyeyê û herêmê bêhtir tevlîhev bike. Piştî zêdetirî 10 salan ji destwerdanê, ku di encamê de tevlihevî derket û dagirkerî, parçebûn û destekdayîna terorê pêk hat, çanda Tirkî li civaka Sûriyeyê ferz kir, îro dewleta Tirk hewl dide qada dagirekriya xwe bi rêya gefa yekser a dagirkirina axa herêmê bi kûrahiya 30 km li ser sînorên bakur Sûriyeyê an ku herêmên Rêveberiya Xweser, firehtir bike.

Ev hincetên bêbingeh ên dewleta Tirk ku qaşo dixwaze herêmeke ewle ava bike û penaberan vegerîne, di rastiyê de li ser Sûriyeyê û gelê wê, paşeroja çareseriyê û lihevkirina Sûrî bi giştî xeteriyên mezin in. Ji wan diyar dibe ku dewleta Tirk armanc dike nasnameya herêmên dîrokî yên li ser sînorên Sûriyeyê biguherîne. Wan herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Her wiha dixwaze binesaziya mirovî ya wan herêman biguherîne."

Di daxuyaniyê de li ser bandorên xeter ên êrişeke nû li dijî herêmê, hişyarî hate dayîn û hate gotin: "Ev siyaset di mijara jenosîd, derxistina şerekî demdirêj di navbera pêkhateyên herêmê de wê bandorên xeter bi xwe re bîne. Bêguman ev yek li ser pêşeroja wan gelan gef e. Wê hemû rêxistinên terorîst û şaxên wê, ev herêmên ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike wekî cihekî ewle ji xwe re bibînin.

Girtiyên DAÎŞ'ê jî wê sûdê ji van kirinên dewleta Tirk li herêmê bigirin û bi hezaran terorîst û malbatên DAÎŞ'ê wê birevin. Yanî wê armancên DAÎŞ'ê yên ku nekarî di êrişa li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê de pêk bîne, pêk werin. Wê ne tenê li ser herêmê lê belê li ser cîhanê bi giştî xeteriyeke mezin çêkin."

'DEWLETA TIRK PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, "Dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên têkildarî herêmê ku di navbera wê û Rûsya û Amerîkayê de hatine îmzekirin, binpê dike. Ev işaretê bi vî tiştî dike ku dewleta Tirk van peyman û lihevkirinan paşguh dike. Eger derfet jê re bê dayîn ku karekî leşkerî pêk bîne, wê hedê xwe derbas bike û qanûnên navneteweyî binpê dike. Wê ev yek bandorê li jêderên jiyanê, avê û çandiniyê bike. Ji ber dewleta Tirk bi hemû rêbazan qirkirinê pêk tîne. Nîşaneya wê jî, ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriye û heta niha bi rêya avê şerê zêdetirî milyonek kes dike yên ku li ser beravên Xabûr û heta Hesekê dimînin."

Her wiha bal li ser rewşa hundirîn a Tirkiyê jî hat kişandin û wiha dewam kir: "Ji ber rewşa hundirîn a aloz a Tirkiyeyê, siyasetên hikumeta Tirkiyeyê ku di encamê de zextên li ser welat zêde bûn, Erdogan dixwaze bala raya giştî ya Tirkiyeyê ji ser van pirsgirêkan bikişîne û bide xuyakirin ku xeteriyên din li derve hene."

GEFAN LI YEKITIYA SÛRIYEYÊ DIXWE

Daxuyaniyê işaret bi xeteriya dewleta Tirk li ser yekitiya xaka Sûriyeyê, kir û wiha hate gotin: "Wekî ku Erdogan behsa parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê dike, bêguman rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de û bi awayekî eşkere bû sedema aloziya Sûriyeyê û piştgiriya ji terorê re diyar bû. Operasyonên Tirkiyeyê yên Erdogan behsa wê dike, tenê dikeve xizmeta berjewendiyên DAÎŞ'ê û hemû çeteyên desteka xwe ji Tirkiyeyê werdigirin û gefeke mezin li ser yekitiya Sûriyê çêdikin.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em van gefan şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku dawiyê li van gefan û vê xîtabê Tirkiyê bînin. Her wiha bang li saziyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî sûc û kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, bi erka xwe rabin."

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşniyar hate kirin ku hêzên navneteweyî li herêmê bên belavkirin û wiha pê de çû: "Em teqez dikin ku divê aliyên garantorên agirbestê, berpirsiyariyên xwe li Sûriyê pêk bînin, sînorên ji van kirinên dewleta Tirk re deynin û li hemberî şantajên dewleta Tirk hêzên navneteweyî bên belavkirin.”

Her wiha bang li tevahiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dijî xeteriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê, yekitiya xwe ava bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û dawî li siyaseta qirkirinê bînin.

'EM Ê BI HEMÛ DERFETÊN XWE DESTKETIYÊN GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Rêveberiya Xweser teqez kir ku "Em ê bi hemû derfetên xwe destketiyên gel û rêgezên şoreşa gel a demokratîk biparêzin, parastina herêmê bidomînin û nehêlin ku dewleta Tirk atmosferekî ji bo zindîkirina DAÎŞ'ê û têkbirina aramî û ewlehiyê li herêmên me, peyda bike."

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê dikin ku li dijî çi aliyên hewl didin destdirêjî destkeftiyên gelê me yên bi saya berdêlên mezin hatine bidestxistin bikin, li ber xwe bidin. Dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser serkeftina li dijî DAIŞ`ê hatiye pêkanîn, çêdike. Lewma ev xeterî wê ne tenê li dijî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, lê belê wê li ser Sûriyê, herêmê û cîhanê tevde xeteriye mezin be."