Encamnameya konferansa Lubnan-Kurd hat ragihandin

Di konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd de encamnameya bi 11 xalan hat aşkerakirin.

Encamnameya konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd a bi sernavê “Jiyana Hevpar û Ber bi Welatîbûna Bi wekhevî ve“ ya gelên Lubnan, Ermen, Asûrî û Kurd a bi armana xurtkirina têkiliya navbira Kurd û Ereban li paytexta Libnan Beyrûdê hat lidarxistin aşkere bû. 

Encamnameya konferansa diyalogê ya Libnan-Kurd ji aliyê Serokê Komeleya Çand ya Newrozê Cemal Hesen ve hat xwendin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

 “Konferans di serdemeke dîrokî ya gel şahidê wê ne hat lidarxistin. Konferansa me di bin siya krîz û nakokiyên li herêmê pêk hat.

Di konferansê de 11 xal derketin pêş. Xalên derketin pêş xalên li jêr in:

1.           Konferans, soza ku wê hemû çandan bi pêş de bibe û temamê nasnameyan qebûl bike dide.

2.           Konferans, jê piştrast e ku wê pirsgirêkên li Libnan û Rojhilatê Navîn bi diyalogê çareser bibin. Pirsgirêk bi şidet û çekan çareser nabe. Lewma gelek giringî bi projeya ‘Neteweya Demokratîk û Welatîbûna Bi Wekhevî’ dihê dayîn.

3.           Armanca bi konferansê, parastina nirxên hevpar ên çandî, siyasî û civakî ye.

4.           Konferans, serê pêşîn îşaret bi hewcedariya xurtkirina diyaloga çandî ya ji berê de di navbira gel, nasname, çand, fikir û baweriyan de kir. Li ser vê mijarê pêşniyaza komîsyoneke rewnakan hat kirin.

5.           Ev konferans, siyaseta bi navgînên cur bi cur ên wek dewlet, neteweperestî, nijadperestî û baweriyê gel û nasnameyan li hev dike neyar îfşa dike.

6.           Girêdayîbûna xwe ya bi teşwîqkirina azadiya jinan û bûyîna wekhev di warên cur bi cur de cardin dubare dike. Her wiha dide der ku li dijî tundûtûjiya bi her awayî ya perpêyî jinan e.

7.           Konferans, polîtîkaya fîrewnwarî ya dewleta Tirk a li ser herêmê hewce dibîne û di heman demê de bikaranîna wek navgîn a baweriyekê di konteksta ’Nîv-Osmanîtî’yê de jî red dike.

8.           Konferans, soza redkirina siyaseta navendparêz a eseh jî dike.

9.           Konferans, bi qebûlkirina demokrasi û modela xweseriyê ya demokratîk bawer e ku rêyeke çareseriyê ya herî baş a parastina pirawayî ye. 

10.         Li gor konferansê, hewcedariyên dewleteke welatiyan a hevçax yek jê jî têkiliya bi wekhevî ya navbira gelê Ereb û Kurd û hemû gel û pêkhateyên din e. Divê tu cihêxwazî ya jî xistina derengî di navbera wan de çênebe.

11.         Konferans, ger ku pirsgirêk an jî nakokiyek rû bide bi mekanizmaya xwe ya erêkirî diyaloga zelal nas dike.