Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê, Sedellah Omer Mihemed Seydî û Helîme Çolo revandin. Aqûbeta kesên hatin revandin nayê zanîn.

Li Efrîna dagirkirî, sûcên revandina mirovan zêde dibe. Çeteyên Tirk ku li Mabatayê xwe wekî “Polîsên leşkerî” didin nasandin, ji gundê Şêxûtka di ser mala Sedellah Omer Mihemed Seydî de girtin û ew revandin.

Nayê zanîn ku Seydî birin ku derê, lê zêdeyî mehekê ye ku tu agahî ji Mihemed Şûkrî Şêx Seydî yê ku beriya niha ji aliyê çeteyên Tirk ve hatibû revandin, nayê girtin.

Çeteyên ku xwe wekî “Polîsên leşkerî” didin naskirin, 24’ê Gulanê jî li gundê Gewenda yê navçeya Racoyê Helîme Çolo (55) revandin. Aqûbeta Helîme Çolo jî hîna nayê zanîn.

Rêjeya nifûsa Kurdan a beriya dagirkirina Efrînê ji sedî 95 bû, piştî dagirkirina Efrînê ev rêje daket ji sedî 25’an.