Gelên Minbîcê êrişên dagirker protesto kirin

Gelên Minbîcê li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û li Qada Giştî veguherî mitîngê. Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partî, saziyên jinan tev li xwepêşandanê bûn.

Di mîtingê de, cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Mihemed Berkel axivî û got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha dewleta Tirk aloziyê kûrtir dike da ku moralê gelê Sûriyê zaîf bixe û planên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.”

Berkel wiha domand: “Dewleta Tirk kengî fersendekê dibîne demografiya herêmên dagirkirî diguherîne û bi hniceta herêma ewle dixwaze projeya xwe ya mêtingeriyê temam bike.”

Berkel her wiha teqez kir ku dema dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve, dê Sûriye aram bibe.

Mihemed Berkel bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk wekî ku di sala 1939’an de li Lîwa Iskenderon pêk aniye, dixwaze bakurê Sûriyeyê bi giştî ji Sûriyeyê qut bike û tev li axa xwe bike.”