Rojava tê bomberdûmankirin, li Cindirêsê kesek hate revandin

Dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike û li Cindirêsê jî kesek revand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, MÎT’a Tirk li Cindirêsa Efrînê ciwanê bi navê Nîzar Mihemed Bozan (25) revand. Ev ciwan dema ji bo pêdiviyên xwe çû Efrînê li benda kontrolê ya di navbera Efrîn û Cindirêsê de hate revandin.

Di heman demê de bomberdûman jî bênavber didome. Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî saet di 11.00’an de gundên Um Hoş û Wehşiyê yê Kantona Şehbayê bomberdûman kir. Derbarê bomberdûmanê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê jî dewleta Tirk a dagirker di sê rojên dawîn de şeş gund bomberdûman kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin “Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û çekên giran gundên Hoşeriyê, Tûxar, Mihsenlî, Um Cilûd, Seyade û Yalinliyê bomberdûman kiriye. Artêşa Tirk 3 rojên dawîn de jî ji baregehên xwe yên nêzî gundên Tûxar, Hoşeriyê, Yaşilî û Şêx Nasir 41 top avêtin. Bi rêya van êrişan dixwazin aramî û jiyana civakî têk bibin."