HRE: 3 leşker û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li navçeya Şêrawayê wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî îmha kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Li heman navçeyê 2 çete jî hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 26 û 27'ê Gualnê yên li Efrîn a dagirkirî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê 26'ê Gulanê di navbera gundên Gobelê û Basilê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê de, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

HRE'yê piştî rojekê vê carê di navbera gundên Bir Heyder û Kîmarê yên navçeya Şêrawayê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî komeke çeteyên dagirker çalakiyeke taybet hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn."