Sazî û tevgerên çand û hunerê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Sazî û tevgerîn çand û hunerê yên herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek ji aliyê Desteya Çandê Ya Herêma Cizîrê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê (YRHC), Yekitiya Jinên Ermenî, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê, Hevrêziya Wêjeyê Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Encûmena Civakî Ya Ermeniyan, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrya, Tîma Skêçên Şanogeriyê, Mala Çandê ya Hesekê, Melbenda Çandî Ya Sûrî, Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê, Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê, Komeleya Çandî ya Suryaniyan û Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê hat dayîn.

Daxuyanî li baxçeya xwendinê ya li bajarê Qamişlo bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên, bi taybet sivîl û binesaziyên herêmê hedef digre.

Di encama bombebarankirina hovane de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan zarok, jin, kal û pîr birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker li derdora zindana E’laya ya ku girtiyên terorîst ên DAÎŞ’ê tê de ne armanc girt, da ku dîwarên zindanê ji endamên wê rêxistinê re veke û ewlehî û aştiya sivîlan bikeve bin gef û metirsiyê de.

Em weke yekitiyên rewşenbîr û hunermendan, komele û yekitiyên wêjeyî, civakî û olî yên ku ev daxuyanî îmze kirine, van êrîş û gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û ji herêmên navnetewî re dibêjin bi erk û berpirsyarên xwe rabin, dijminahiya hovane a li ser herêm û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û sivîlan ji terora domdar a Tirkiyeyê rizgar bikin.”