Artêşa Tirk bombe li Qamişloyê barand

Artêşa Tirk a dagirker car din bombe li bajarê Qamişlo yê Rojava barand.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker di derdora saeta herêmî 16.10’an de herêma Hîzama Bakur a li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bombebaran kir.

Têkildarî êrîşê hîna agahiyên berfireh nehatin bidesxistin.

Li gorî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 40 êrîşên ku dewleta Tirk 25’ê Kanûnê pêk anîn de 8 kes şehîd bûn, 18 kes birîndar bûn û bi hezaran gund û kasaba bêyî elektrîk man.