Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê vir ve êrîşî binesaziya herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê  dike. Di encama êrîşan de 8 kes şehîd bûn û nêzî 20 kesî re birîndar bûn. Gelê Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hovane yên li ser herêmê bi girseyî meşiyan.

Bi hezeran kesên ku ji despêka navçeya Ehdasê li hev civiyan bi rakirina wêneyên şehîdan, pankartên ku êrîşan şermezar dikin û hildana şaxên Zetûnê ber bi parka 4'ê Nîsanê ve meşiyan.

Girse li pêşiya parka 4'ê Nîsanê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtin.  Li ser navê gelê Efrînê Cibraîl Mustafa û li ser navê Kongra Star Gulê Mihemed axivîn. Di axaftinan de şehîd hatin bibîranîn û ser saxî ji malbatên wan re xwestin.

'SIYASETA DEWLETA TIRK HILDIWEŞE'

Cibraîl Mustafa di destpêka axftina xwe de berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û wiha got: “Bi riya vê meşê em peyamek li ser navê gelê Efrîn û Şehbayê didin û dibêjin bijî berxwedaniya gerîla. Dewleta Tirk di vê demê de êrîşên xwe li ser herêmê û çiyayên azad zêde kirine û siyaseta qirkirinê dide meşandin. Lê gel bi fikirên Rêber Abdullah Ocalan bersivê dide dagirkeriyê. Siyaseta dewleta tirk a li Rojhilata Navîn ber hilweşandinê diçe.” 

GEL AŞIQÊ AZADIYÊ NE

Emîne Silêman jî axaftinek kir û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. Emîne Silêman anî ziman ku ev demeke Dewleta Tirk planan li ser herêmê dimeşîne û wiha got. “Êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê zêde kiriye û gelê sivîl hedef digire. Ji ber gel bi bedelên giran gihîştine vê rojê tu car paş de gav navêje. Heke dewleta tirk aşiqê xwînê ye, em gel aşiqê azadiyê ne.’’

‘GEL GIRÊDAYÎ RÊBER APO Û GERÎLAYAN E’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got, ''Dewleta Tirk careke din gelê herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û bi taybetî binesaziyên herêmê hedef digire. Hemû binesaziyên herêmê hate xerakirin. Bi berxwedaniya gerîla yên li çiyayên azad dewleta Tirk hate şikandin û ji bo wê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dike da ku îradeya gel bişkîne. Lê em gelekî girêdayî fikir û felsefeya Rêber Apo û gerîlayên azadiyê ne. Em gerîla ne û gerîla jî gel e. Ji ber em li pey vê dozê ne û tenê serkeftinê rêya me ye, wê dewleta Tirk têk biçe.”

‘LI DIJÎ ZILMA DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNIN’

Di dawîyê çalakiyê de li ser navê Kongreya Ewqafê a Îslamî a Dêrîkê Şêx Nûrî axivî û wiha got, ‘’Îro dewleta Tirk ji Şehbayê û heta bDêrîkê êrîş dike. Dewleta Tirk xwe weke dewletek Îslamî dide naskirin lê ev êrîşên ku li ser herêmê dike nakevin pîvana exlaqa Îslamê. Di ola Îslamê de qetilkirina sivîlan heram e lê dewleta Tirk di hemû êrîşên xwe de sivîl û deverên ku dikevin xizmeta gel hedef digire. Kesên ku rastiya Îslamê nas dikin û li gorî wê rastiyê dimeşin bila li hemberî zilma dewleta Tirk bêdeng nemînin. Pîvanên dewleta Tirk li dijî Îslamê û mirovahiyê ye.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.