Navê 7 welatiyên ku di êrîşan de şehîd bûne hatin eşkerekirin
Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navên kesên ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Qamişlo de şehîd bûne, eşkere kir.
Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navên kesên ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Qamişlo de şehîd bûne, eşkere kir.
Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nasnameya sivîlên di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, eşkere kirin.
Li gor komîteyê, navên şehîdan wiha ne:
“Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed, Riyad Hemo di êrîşa li dijî çapxaneya Sîmav de şehîd bûne, di bombebarana li kargeha êman a Cizîrê de Rênas Hemîd şehîd bûye. Di bomebarana li dijî kargehekê li taxa Eleya ya Qamişloyê de Ferhan Temê şehîd bû. Di hedefgirtina aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê de Aya Sebawî şehîd bû.
Ji 23`yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombebaran dike. Bi balafirên xwe yên bêmirov binesaziya sivîl, xizmetguzarî û tenduristiyê dike hedef.“