Çalakiyên mertalên zindî berdewam dikin
Çalakiyên mertalên zindî ku ji bo parastina navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên Kantona Cizîrê dest pê kirin, bi beşdariyek girseyî berdewam dike.
Çalakiyên mertalên zindî ku ji bo parastina navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên Kantona Cizîrê dest pê kirin, bi beşdariyek girseyî berdewam dike.
Şêniyên Kantona Cizîrê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên stratejîk û xizmetguzariyê li ber xwe didin. Li pêş wan navendan li gelek gund, navçe û bajarên kantonê bûne mertal ji bo ku stasyonên petrol û gazê ji êrîşan biparêzin.
DÊRIK
Li Dêrikê çalakiya li gundê Siweydiyê yê başûrê Dêrikê bi dirûşma "Wêrankirina binesaziya Rojava ji aliyê dewletaTirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye" gel di nav çalakiyê de ne. Şêniyên Dêrikê, herêma Koçerat, endamên saziyên sivîl û meclîsên Dêrikê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama meclîsa bajarê Dêrikê Wefiye Musa axivî û got: “Em ji vir dernakevin, ji ber ku bi xwîna zarokên me hatiye avdan."
Endamê PYD`yê şaxê Dêrikê Mihemed Seîd jî got ji bo têkbirina armancên dagirkeran berxwedan û hevgirtin pêwîst e.
Endama Kongra Star a Dêrikê Şedye Yusif jî axivî û banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina êrîşan kir.
Endama Meclîsa Koçerat Wesîle Umer jî êrîşên li dijî herêmê şermezar kirin.
TIL KOÇER
Li Til Koçerê şêniyê navçeyê, ji bo piştgiriya çalakiyên li navçeyên din li dar ketine, li gundê Elî Axa yê navçeyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi navê Meclîsa Navçeya Til Koçerê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku piştgiriya projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bikin.
GIRKÊ LEGÊ
Çalakiya xelkê navçeya Girkê Legê li herêma Girzîro yê Dêrikê didome. Endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê û meclîsa navçeyê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de hevserokê Meclîsa Navçeya Girkê Legê Zulef Bedro axivî, hevgirtin û têkoşîna gelên herêmê li hember êrîşan silav kir û got: "Em xwediyên vê axê ne û amade ne di oxira wê de fedakariyan bikin."
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl bal kişand ser siyasetên şerê taybet ku dewleta Tirk li kêleka êrîşan dimeşîne û got: "Ji bo tirsandina şêniyan, êrîşî navendên stratejîk dike. Divê em baldar bin. Her çiqas êrîş û siyasetên şerê taybet girantir bin, berxwedana me berdewam e."
Endamê Saziya Olî ya Girkê Legê Mehdî Mistefa jî banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kir.
TIRBESPIYÊ
Çalakiya ku Meclîsa Navçeya Tirbespiyê li pêşiya Stasyona Ewdê ya petrolê li dar xistiye, bi tevlêbûna şêniyan û pêkhateyên navçeyê berdewam e.
Di çalakiyê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê endamê rêveber Hecî Ebdî Xelef axivî û diyar kir ku dewleta Tirk têkbirina projeya neteweya demokratîk, tirsandina şêniyan û koçberkirina wan armanc dike.
Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî Etiye Hesen got: "Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û vîna me ya xurt têk bibe, nemaze ku şerê wî yê taybet li dijî me bi bin ket."
Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Merûf ê navçeya Tirbespiyê Xaliye Ehmed jî destnîşan kir ku gelê herêmê bi israr e ku bigihêje azadiyê û banga mezinkirina têkoşînê kir.