Şehîdên Qamişloyê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin veşartin
Ji bo welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Ji bo welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Zubêr, Mihemed Hisên Mihemed, Riad Hemo, Rinas Hemîd û Ferhan Temê di 25’ê Kanûna 2023’an de li Qamişloyê di bomberana dewleta Tirk a dagiker de şehîd bibûn, bi merasîmek heybet hatin oxirkirin.
Cenazeyên 6 şehîdan ji aliyê hezaran kesan ve ji Morga li Taxa Enteriyê hatin wergirtin û li ser milan birin Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan.
Ji navçe û bajarokên Kantona Cizîrê hezaran kes, endam û rêveberên saziyên civakî yên sivîl, saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk û partiyên siyasî jî beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bûn.
Cenazeyên cangoriyan ên bi gulan hatibûn xemilandin li ser milan kirin û bi dirûşmên “Tolhildan”, “Şehîd namirin”, “Berxwedan jiyan e” birin Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan.
Cenaze li şehîdgehê ji aliyê hezaran kesan bi dirûşmên “Şehîd nemirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku cenaze li cihê merasîmê hatin danîn, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û ji malbatên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxî, ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.
Foza Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê û dermirovî pêk tîne û got: “armanca wê şikandina îradeya me û têkbirina projeya me ya li ser bingeha rêgezên demokratîk û biratiya gelan e. Tirkiye van êrîşên dawiyê ji bo veşartina têkçûna xwe pêk tîne. Li çiyayên Kurdistanê ji destê gerîlayan derbeyên mezin xwarin; li hemberî berxwedana gelan têkçûnên dîrokî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî dijî.”
Foza Yusif bal kişand ser helwesta şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî êrîşan û wiha dom kir: “Zarok, ciwan, jin, kal-pîr, hemû pêkhate û komên civakê, dibistan, kargeh û binesaziyên me bûne hedefên dewleta bê exlaq. Bila Tirkiye û hemû cîhan bizane ku gelên me û vîna me ya li gorî fikra netewa demokratîk hatiye avakirin bi ti awayî têk naçe. Yê ku biryara berxwedanê dide gel e. Têkoşîna ku em bi rê ve dibin wê bi serketinê tacîdar bibe. Têkçûn jî wê bibe para dijminê mirovahiyê Erdogan. Em ê kesên ku tiliya wan di xwîna me de heye, efû nekin û tola xwe hilînin.”
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed Xerzî jî bêdengiya navneteweyî û welatên Ereban a li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dijî Mislimanan û gelên herêmê dike şermezar kir û bang li gelên cîhanê, alimên misilman kir: “Divê alema Îslamê û Xiristiyan helwesta xwe li hember sûcên Erdogan ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal bikin.”
Piştre jî zaroka bi navê Lareysa Azab helbestek bi zimanê Erebî xwend, gel jî dirûşmeya “Tolhildan” berz kir.
Paştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêya zarokên xwe û bilindkirina berxwedanê da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Zubêr, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo û Rinas Hemîd li Goristana Şehîd Delîl Sarûxanê veşartin.
Cenazeyê şehîd Ferhan Temê jî ji bo veşartinê birin Şehîdgeha Şehîd Dilşîr li navçeya Tirbespiyê.
Cenazeyên şehîd Ayya El-Sebawî û şehîd Faris El-Faris jî li ser daxwaza malbatê li gundê Um El-Fursan ê Qamişloyê hat veşartin.