Şêniyên Amûdê li ber êrîşan û bêdengiya civaka navneteweyî rabûn
Şêniyên Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û hem êriş hem jî bêdengiya hêz û civaka navneteweyî şermezar kirin.
Şêniyên Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û hem êriş hem jî bêdengiya hêz û civaka navneteweyî şermezar kirin.
Bombebaranên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Yek ji deverên ku doh hate bombekirin kargeha Rohilat Elo ya zeyt û zeytûnan a li bajarê Amûdê bû. Malbatên şehîdan û şêniyên bajêr li kêleka kargeha Rohilat konê çalakiyê vedan. Nûnerên saziyên herêmê jî tevlî çalakiyê bûn.
Beşdarên konê çalakiyê têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivîn. Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê û mamosteyê zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf got, "Dewleta Tirk serkêşiyê ji wan dewletan re dike ku êrîşî Kurdan dike. Dewleta Tirk dixwaze binesaziya herêmê têk bibe û gelê Kurd biçewisîne."
Beşîr Mele Newaf diyar kir ku ew ti carî ji dewleteke ku dixwaze wan tune bike natirsin û got, "Ji ber ku em li ser fikrê demokratîk û azad ê Rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Pirtûk û rewşenbîriya Rêbertî fişarê li ser dewleta Tirk çêdike. Lewma van herdu rojên dawî bombardûmanê dike ku ev yek jî ji ber tirsa ketina Komara Tirkiyeyê ye."
Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de got, "Dewleta Tirk bi taybetî êrîşî deverên xwarin û xurekê dike. Weke gelê bajarê Amûdê em şerê dewleta Tirk û piştgiriya hêzên garanator şermezar dikin. Dewleta Tirk bi tundrawiya xwe tê naskirin. Divê civakên navneteweyî sînorekî li ber vî şerî dîne."
Endama Rêveberiya Komîteya Silhê ya gundewar û bajarê Amûdê Mira Zoro jî anî ziman ku tiştên Osmanî bi serê gelê Kurd de anî, komara Tirkiyeyê bi heman rêbazê û jê girantir dixwaze pêk bîne û got, "Em ne gogekin di destê dewletên garantor de. Mafê me heye ku em biaxivin, doza mafên xwe bikin. Bi van êrîşan hewl dide ku aştî û wekheviya nava gel ji holê rakin."
Mira Zoro anî ziman ku dewleta Tirk bêser û ber êrîşî qadên sivîlan dike û got, "Divê her sazî bi yek dengî li ber van êrîşan rabe."