Xelkê Qamişloyê şehîdên xwe dispêre axê
Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe dispêre axê.
Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe dispêre axê.
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Qamişloyê li hev kom bûn û dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Şehîd namirin" qîriyan.
Di merasîmê de darbestên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Renas Hemîd û Ferhan Temê yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hatin hildan û girseya gel ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan bi rê ket.
Cenazeyên Aya El Sebawî û Faris El Faris li ser daxwaza malbatên wan li goristanên gund wê bêne veşartin.