Li Girkê Legê embarên genim hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker derdora embarên genim ên navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bombebaran kir.

Li gorî saeta herêmî saet 17.00’an dewleta Tirk derdora embarên genim ên gundê Girê Ziyaretê Colî (Tobiye) yê 4 km dikeve rojavayê navçeya Girkê Legê bombebaran kir.

Di encama bomberdûmanê de ziyanên madî rû da.

Dewleta Tirk a dagirker bi rojan e herêmên niştecih û saziyên xizmetguzariyê yên jiyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û yekser wan dike hedef. Di 25’ê Kanûnê de di êrîşên dewleta dagirker de 8 sivîl şehîd bûn.