QSD: Divê her kes li dijî êrîşan axa xwe û şoreşa xwe biparêze
QSD’ê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axa xwe û şoreşa xwe biparêzin.
QSD’ê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axa xwe û şoreşa xwe biparêzin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2 rojên dawîn de zêde kirin. Di wan êrîşan de, sazî û navendên xizmetguzariyê û sivîl kirin hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 13 din jî birîndar bûn.
Der barê êrîşan de Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û got: “Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst weke dewama êrîşên bi armanca qirkirinê yên 23’yê Kanûnê dan destpêkirin hê jî didomin. Ev êrîş gelê me, çavkaniyên aboriyê û saziyên demokratîk ên gelê me bi derfetên xwe yên bi sînor û bi hêza xwe pêş xistine, yekser kirine hedef. Di encama van êrîşên du rojan de ji gelê me 8 welatparêz şehîd bûne û 20 welatparêzên me jî birîndar bûne. Em ji bo şehîdên xwe ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.
Dewleta Tirk a faşîst û şefê wê Erdogan bi rêbazên herî qirêj raya giştî ya hundir û derve dixapîne. Xwe disipêrin derewa ku dibêjin êrîşî hêzên QSD’ê kirine û ji hêzên QSD’ê gelek windahî çêbûne. Pêwîst e gelê me û tevahî raya giştî zanibe ku weke QSD’ê tu windahiyeke me nîne. Li deverên êrîş pêk hatine hêzên me yên leşkerî nîn in. Yên hatine hedefkirin û rastî êrîşê hatine gelê me ye.
Li hemû qadan di serî de li hember êrîşên dewleta Tirk a terorîst û faşîst, li dijî her cure êrîşan ji her demê zêdetir em ê gelê xwe biparêzin. Pêwîst e rêveberî û rejîma faşîst a Tirk zanibe ku li beramberî gelekî bûye fedaî tu şansê wê yê serketinê nîne. Yekîtiya bi zanebûn û berxwedana bi awayekî rêxistinkirî ya gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare hemû êrîşan pûç bike. Şansê serketinê yê tu dijminekî, bi taybet jî yê dewleta faşîst a Tirk li hemberî gelekî bi vî awayî xwe rêxistin kiriye û bûye îrade nîne.
Li hemberî van hemû êrîşan pêwîst e gelê me yê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi serwextbûna xweparastinê re berteka xwe ya rêxistinkirî di asta herî bilind de nîşan bide. Pêwîst e gelê me rê nede van êrîşan, qadên xwe û şoreşa xwe bi çalakiyên xurt biparêze. Divê bi vê zanebûnê hereket bike. Bêyî parastina xwe ji kesekî hêvî bike, divê tevlî QSD’ê bibe û parastina xwe misoger bike.
Em bêdengiya Hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê ya li hember van êrîşan rast nabînin. Em li bendê ne, li hember van êrîşan helwest bigirin."