Derabeyên dikanên Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdan nehatin vekirin
Sûka Qamişloyê ji bo bîranîna 8 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, nehate vekirin. Ji bo 8 şehîdan wê îro merasîmek bê lidarxistin.
Sûka Qamişloyê ji bo bîranîna 8 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, nehate vekirin. Ji bo 8 şehîdan wê îro merasîmek bê lidarxistin.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 25'ê Kanûna 2023'an li Qamişloyê 8 kes şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan wê îro bi merasîmek girseyî bêne veşartin.
Bi wesîleya merasîmê û bîranîna şehîdan, her wiha bi armanca şermezarkirina êrîşên hovane, hema bêje tevahiya sûka bajarê Qamişlo hate girtin.
Dikandaran dikanên xwe venekirin. Gel jî berê xwe dide Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan ku wê merasîm bê lidarxistin.