Hevpeymana Civakî dikare bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê

Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Nabe ku êdî Sûriyeyê tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê."

Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku di Hevpeymana Civakî de çawa ku mafên gelê Ereb hatiye misogerkirin, mafên gelên Kurd, Ermen, Suryanî, Çerkes jî hatine misogerkirin û got, "Ev rewş hêmanên sereke yên pîvanên hevpeymanê ne."

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên bi Gel re ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo ku Endamê Komîteya Teng a Hevpeymana Civakî bû, ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku Hevpeymana Civakî di demeke welê de hate amadekirin ku krîza Sûriyeyê ji her alî ve xitimî bû. Sîhanok Dîbo got, "Di demekê de ku piştî 100 salî hukmên netewe dewletê careke din li ser civakê dihate ferzkirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo çareseriya krîz û kaosan gavek ji bo demokrasiya radîkal avêt. Di demeke bi vî rengî de Rêveberiya Xweser Hevpeymana Civakî pêşkêş kir û di statuya xwe de israr kir ku ev yek gaveke girîng bû."

JI KOMUNAN HETA MECLÎSÊ

Sîhanok Dîbo bal kişand ser pergala komun, meclîs û kantonan û got, "Bi referansa ji Hevpeymana Civakî ya salên 2014 û 2017'an, her wiha ji lêkolînên li ser hevpeymanên li welatên xwedî heman pirsgirêkan, encam hate bidestxistin. Ji bo hevpeymaneke demokratîk bê avakirin gelekî hewl hate dayin. Gavek ji bo çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, çareserkirina zor û zehmetiyên li herêmê ye. Lewma pêwîstî bi sîstemeke rêveberiyê heye ku yekîtiyê ji xwe re dike esas. Ji bo şemayeke ku hevdu temam dike û di her sîstemê de tê temsîlkirin, divê komun, bajarok, bajar, kanton û şaredarî di nava ahengiyê de bixebitin. Xwe dispêre xurtkirina maf û hiqûqê. Komunên ku temsîliyeta gel dikin, digihêje heta Meclîsa Demokratîk, ji bo ku fikir û îradeya gelan karibe ji xwe re bike esas."

MECLÎSA DEMOKRATÎK A GELAN

Sîhanok Dîbo bal kişand ser wezîfe û berpirsyariya Meclîsa Demokratîk a Gelan û got, "Meclîsa Demokratîk a Gelan di çarçoveya berjewendiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de biryaran werdigire. Meclîseke ku saziyan dişopîne û çalak dike. Pîvanên ku di pêşgotina Hevpeymana Civakî de hatine destnîşankirin, dişopîne, kontrol dike û xurt dike. Sîstema demokratîk, ekolojîk û hevserokatiyê dimeşîne. Aboriya ku xwe dispêre civakê û di xizmeta civakê de ye ji xwe re dike esas. Bi kurtasî li ber her cûre astengiyên li pêşiya demokrasiyê radibe û ji pêkanîna demokrasiyê berpirsyar e. Li meclîsê nûnerên ku her beşên civakê temsîl dikin, we hebin. Ne tenê li Sûriyeyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe meclîseke girîng ji bo aramî û ewlekariyê li tevahiya cîhanê biafirîne."

XWE DISPÊRE SÎSTEMA KONFEDERAL

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku ew xwe dispêrin sîstema konfederal, cih, girîngî, wezîfe û berpirsyariya her saziyê cuda ye, divê tevlî sîstemeke hevgirtî bibin. Sîhanok Dîbo diyar kir ku wê di fonksiyoneke ku van saziyan hemûyan temam dike di nava ahengiyê de bin û got, "Her gava ku bê avêtin wê gava din temam bike. Di sîstema me de komun esas e. Komun, meclîsên tax, bajarok, kanton û gelan wê bi hev re demokrasiyê pêk bînin."

ABORIYA KU TÊRA XWE DIKE

Sîhanok Dîbo anî ziman ku ji bo pêşveçûna herêmê rola aboriyê, tenduristiyê û perwerdeyê sereke ye û got, "Herêm bi çavkaniyên xwe yên xwezayî tê naskirin. Herêmeke ku ji aliyê xak, av û şênkaniya xwe ve dewlemend e. Pêwîstî bi aboriyekê heye ku xizmetê ji berjewendiyên gelan re bike. Têrkeriya ji xwe re wê bibe esas. Her wiha ji bo pêşveçûna aboriya herêmê wê li pêşiya projeyan astengî nebe. Ji ber ku gef û şerê li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dike, pirsgirêka aboriyê ya aram heye. Tevî vê yekê jî bi israr e ku aboriyeke ji bo berjewendiyên gelan biafirîne.

TENDURISTIYA BÊPERE

Ji bo jiyaneke bi tenduristiyeke baş, biryarên girîng hatin wergirtin ku gavên cidî bêne avêtin. Bi avakirina aboriya ku berjewendiyên gel diparêze, armanca me ya herî girîng ew e ku sîstemeke tenduristiyê ya bêpere ava bikin. Niha jî li gel hemû êrîş û gefan, li gel ambargo û şert û mercên giran gavên girîng hatin avêtin.

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Li gel parastina mafên çandî, civakî û siyasî yên gelan, her wiha mafên perwerdeyê jî tê parsatin. Her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, biaxive. Niha her netewe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne. Perwerdeyên bi Erebî, Kurdî hene û ji bo pêşvebirina perwerdeya bi zimanê Suryanî hewldan hene."

KOMARA GELAN

Sîhanok Dîbo têkildarî pênaseya Komara Sûriyeyê ya Demokratîk ku di Hevpeymana Civakî de hate destnîşankirin, nirxandineke bi vî rengî kir: "Tevî Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Çeçen; Misilman, Xiristiyan û Êzidî nêzî 38 cihêrengiyên etnîkî yên cuda hene. Nabe ku em bi çavê hindikahî yan jî piranî li gelên li Sûriyeyê binerin. Nirxandineke bi vî rengî wê şaş be. Em welatekî bi vî rengî ye ku xwedî civakeke dewlemend û rengîn e. Em di pozîsyona eynika Rojhilata Navîn de ne. Sûriye nabe ku tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê. Di Hevpeymana Civakî de çawa ku mafên gelên Ereb hatine misogerkirin mafên gelên Kurd, Ermen, Suryan û Çerkes jî hatine ewlekirin. Ev rewş hêmanên bingehîn ên pîvanên hevpeymanê ne. Lewma nabe ku ji bo paşerojê ji bo Sûriyeyê bê gotin ya Misilmanan e, ya Ereban e, ya Kurdan e û hwd. Ji ber ku têkiliya navbera civakan qut dike, dibe sedema çînbûyînê. Pênaseya 'Komara Ereb' ji bo Sûrieyyê êşên giran bi gelên din da kişandin. Pênaseya ku di hevpeymanê de hate kirin ne tenê naveke; naverok e, ne tenê naverok e, paşeroj e. Paşerojeke parçekirinê nîne, paşerojeke ku tîne gel hev, hevpar dike, yekbûyî dike."

HILBIJARTIN JÎ WÊ BÊ KIRIN

Sîhanok Dîbo ragihand ku Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriy Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê li ser dema hilbijartinê di demeke nêz de daxuyaniyê bide û got, "Divê Desteya Hilbijartinê ya Bilind bê avakirin. Li gel vê yekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî wê heyetek bê avakirin. Wê gelek komîte û sazî yên piralî bêne avakirin û mîsyonên wan jî wê di nava ahengiyê de bi hev re bê bicihanîn. Ya herî girîng jî ew e ku rêveberiya yekbûyî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê hilbijartinê bê diyarkirin."

DIKARE DAWÎ LI KRÎZÊ BÎNE

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî dikare paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Hevpeymaneke ku dikare dawî li krîz û kaosên li Sûriyeyê bîne. Li hemberî nêzîkatiyên li dijî îradeya gelan wê bibe bendek. Herêma ku yekemcar felsefeya Neteweya Demokratîk lê bi cih hate anîn, bi hevpeymanê re wê gavên hîn xurt biavêje. Li hemberî mejiyê zayendîperest, olperest û neteweperest ên ku li ber îradeya gelan radibe, wê karibe çareseriyên mayinde pêk bîne."