Li Kobanê û Amûdê noqteyên kontrolê hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Kobanê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Kobanê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Di saetên êvarê de noqteyeke kontrolê ya li ketina rojavayê bajarê Kobanê bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Li noqteya kontrolê ya bi navê Menazê tê zanîn xisareke mezin çêbû.
Li gel Menazê îro 4 noqteyên kontrolê yên li Kobanê hatin bombekirin.
Li Amûdê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombe kirin.
Piştî ku noqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Qamişlo hate bombebarankirin, noqteya kontrolê ya li ser rêya Hesekê ya li ketina başûrê navçeyê jî hate bombebarankirin.
Di encama bomberdûmanê de ziyaneke madî ya mezin rû da.