Li Qamişlo welatiyekî din jî şehîd bû
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn.
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn.
Di encama bomebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Qamişloyê de 8 welatî şehîd bûn. Li gor rêveberiya Nexweşxaneya Pispor a Sûriyeyê, welatiyê bi navê Faris El Faris (47) ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê de birîndar bûbû, şehîd bû.
Bi vê şehadetê re hejmara şehîdan derket 8`an û 11 birîndaran.
Ji vê sibê ve balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker êrîş saziyên xizmetguzariyê yên Qamişloyê dikin.