Ji bo şehîdên Qamişloyê şîn hate danîn

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîdên Qamişlo re xwestin û diyar kirin ku ew ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîdên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, xwestin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, dost û hevalên şehîd, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra îslama Demokratîk û Saziyên Civaka Sivîl di merasîma sersaxiyê de amade bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axaftinek kir û sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso bal kişand ser keda şehîdan û ev tişt got: “Bi saya berxwedaniya ciwanên me yên ku xwe ji bo welat feda kirine, em gihiştin vê asta bilind.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser Tlet Yûnis diyar kir ku îradeya gelê Kurd ti carî naşikê û got ku ew ê xwedî li xwîna şehîdan derkevin.

Rêveberê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê  axivî û got: “Bila dijmin baş bizane ku gelê Kurd ti car têk naçe. Îradeya me ji balafirên dewletê xurttir e.”

Di dawiyê de nasnameyên şehîd hatin xwendin û radestî malbatênên wan hatin kirin.

Bavê Şehîd Ferhan Temê Mihemed Zekî Temê axaftinek kir û di axaftina xwe de, şehadeta kurê xwe li tevahî miletê Kurdan pîroz kir.

Bavê Şehîd Rênas Hisên Hemîd Mihemed Hesen jî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşî sivîlan dike, lê nizane ku eger Rênasek biçe wê bi sedan Rênas vegerin. Vîna gelê me ti carî naşikê.”