Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk li bin ketiye, rêya me rêya serketinê ye
Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bin ketiye, lewma êrîşî herêmên wan dike û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas êrîşî wan bike jî ew ê bi ser bikevin.
Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bin ketiye, lewma êrîşî herêmên wan dike û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas êrîşî wan bike jî ew ê bi ser bikevin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Kanûnê ve êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di encamê de tevahî binesaziyên herêmê hatin hedefgirtin, hin ji wan ji xizmetê derketin û hin ji wan jî gelek zirarên mezin dîtin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de cihên xizmetguzarî, nexweşxane û stasyon hatin hedefgirtin. Stasyona Petrolê, Stasyona Kehrebeyê û nexweşxaneya Miştenûr bi temamî hatin ruxandin. Temîrxaneya Seyaran, kargeha înşaeta, baxçeya gel û kargeha mirîşkan a Kobanê hat hedefgirtin.
Têkildarî êrîşan şêniyên Kantona Firatê ji ANF'ê re axivîn.
Hevserokê Odeya Dermanxaneya, Bijîşk Xelîl Xilelî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser nexweşxaneyê terorê dike û wiha got: "Dewleta Tirk ji astê mafê mirovan derketiye û tiştên hov dike. Di kîjan dewletê de nexweşxane hatine hedefgirtin. Lê dewleta Tirk vê dike. Ev nexweşxane ji bo gel di nava xizmetê de bû, bi rojane bi qasî 300-400 kesan berê xwe didan van nexweşxaneyan. Gelek beş jî di vê nexweşxaneyê de hebûn, lê ev nexweşxane jî bi temamî ji xizmetê derket."
Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Êto jî di derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser navenda bajarê Kobanê de axivî û got: "Em hemû şehîdên ku di encama van êrîşan de şehîd bûn, bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Mîna tevahî gelên cîhanê, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji hatina sersalê re amade dikirin. Hêviya gel jî ew bû, ji bo jiyaneke nû, jiyaneke aram hêvî dikirin. Lê mixabin êrîşa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re aramiyê têk dibe, tevahî binesaziyên herêmê û pêwîstiya civakê bi rojane dike hedefa xwe û bi rengekî hov êrîş dike. Lê tevahî civaka navneteweyî jî xwe ji van kiryaran re bêdeng kiriye."
‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ TÊ WATEYA ERÊKIRINA ÊRÎŞAN’
Êto bal kişand li ser hovîtiya dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk li seranserî sînor tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedefa xwe. Bêdengiya Civaka Navnetewî erêkirina tê wê wateyê ku van êrîşên dewleta Tirk erê dike. Li kobanê jî nexweşxaneya Miştenûr kirin hedefa xwe, ew nexweşxane ku bi rengekî bê berdêl ji bo civakê di nava xizmetê de bû û gelek beşên wê jî hebûn. Nexweşiya şekir, nexweşiya zarokan û jinan û gelek beşên din di nava nexweşxaneyê de ye. Dewleta Tirk kargeha mirîşkan jî kir hedefa xwe û bi van êrîşan dixaze gel koçber bike û aramiyê têk bibe. Lê gel tenê soza berxwedaniyê bi vê axê daye û soza xwişk û biratiya gelan daye. Wê gelê herêma me bi hêzeke xurt û bi berxwedanî li ber xwe bide."
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Hedlê Hesen jî axivî û got: "Êrîşa dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dike ku dewleta Tirk têk diçe. Li çiyan bi bin dikeve, lewma berê xwe dide binesaziyên li herêmê. Lê bi her êrîşekê helwesta me xurt dibe, em vê helwest û îradeyê jî ji gerîla û gelê xwe digrin."
Zaroka bi navê Viyan Mistefa ku nexweşiya şekir pê re heye û her roj ji bo tedawiyê berê xwe dida nexweşxaneya Miştenûr, wiha got: "Bi awayekî rojane ji bo derziya Oslîn min berê xwe dida nexweşxaneyê. Lê dewleta Tirk duh êrîşî nexweşxaneyê kir û nexweşxane bi temamî hat rûxandin. Ji ber ku nexweşxane bi temamî hate rûxandin, ez nizanim ku ez ê çawa û li ku derê tedawî bibim."