Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

KCK'ê di salvegera darvekirina wan de Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û got, "Em bang li ciwanan û hemû gelê Kurdistanê dikin ku li ser şopa pêşiyên xwe bimeşin. Em careke din sond dixwin ku em ê hesret û daxwaza wan bi cih bînin."

Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker ji bo hejmara zêde ya kuştiyên xwe veşêre nûçeyên derewîn diweşîne. Fermandariyê bang li gel kir ku guh nede nûçeyên derewîn.

Artêşa Tirk a dagirker doh bombe li herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê barand. Ji ber bomberdûmana ku bi balafirên şer hate kirin 3 sivîl mirin.

1000 Euro cezayê pereyan dane aktîvîstê Kurd Ahmet Çakmak ku li Munchenê tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bûbû.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana konê sersaxiyê kir ku ji bo dayka Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hatiye vedan.

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê diyar kir ku biryara YE ya ku di navbera salên 2014-2017’an de PKK xistibû nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre argumanên zêde û bal kişand ser banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan a di sala 2013’an de.

Eşîretên Herêma Firatê, da xuyakirin ku QSD’ê destek dikin, wê neyên lîstikên dewleta Tirk a dagirker.