Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

HPG'ê diyar kir, roja 13'ê Mijdarê li qada leşkerî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li bajarên Zurîh û Bernê yên Swîsreyê li pêşiya nûnertiyên DYA’yê biryara li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin.

Raportora Parlemetoya Ewropa (PE) ya Tirkiyeyê Ketî Pîrî, di rapora Tirkiye ya îro hate pêşkêşkirin de ragihand ku ti ewlekariya pêvajoya hevdîtina ku endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê nemaye. Pîrî daxwaza rawestandina pêvajoya muzakereyan kir.

Parlamentera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke li ser biryara rêveberiya DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê axivî û got, "DYA dixwaze şerê navbera Tirkiye û PKK'ê kûr bike."

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, gelê Kurd bi çavê DYA'yê li pêşengên xwe nanêre.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di civîna hevserokên bajêr de axivî û got, ew ê plana hilbijartina xwecih nekin, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê bidin. Temellî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku tevlî vê têkoşînê bibin.

Guven: Heta ku hevdîtin bê kirin ez ê di greva birçîbûnê de bim

Rûniştina doza Apê Mûsa û doza sereke ya JÎTEM’ê pêk hat. Daxwaza Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl' tê naskirin, di dorhêla parastina şahid de lêkolînkirina wî hat erêkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, di Pêngava Bagera Cizîrê de derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê hatine xistin.

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Xarpêtê gotin, midûrê girtîgehê ketiye odeyan, gef li girtiyan xwariye û gardiyanên bi navê Cîhan û Fatîh wezîfedar kiriye ji bo êşkenceyê li wan bikin.

Rêwîtiya karwana koçberan a ji Amerîka Navîn mehek li pey xwe hişt. Koçeran roja Sêşemê berê xwe dan bajarê Tîjûana yê li rojavayê Meksîkayê ku li ser sînorê DYA'yê ye.