Rêjeya bêkariyê bû 11 ji 100'î

Li gorî daneyên Tebaxê yên TUÎK'ê rêjeya bêkariyê bû 11 ji 100'î.

Ji ber polîtîkayên rejîma AKP'ê krîza aboriyê li Kurdistan û Tirkiyê giran dibe. Derfetên kirînê kêm dibin, rêjeya bêkariyê jî zêde dibe.

Saziya  Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK= Daneyên Îstatîskê ya Hêza Kar) a meha Tebaxê ragihand. Li gorî daneyan rêjeya bêkariyê meha Tebaxê bûye 11,1 ji 100'î.

Li tevahiya Kurdistan û Tİrkiyê hijamra bêkaran ên ku temenê 15 û di ser 15'an re Tebaxê li gorî heman dema sala borî 266 hezar zêde bûn û bû 3 milyon û 670 hezar.

Heman demê rêjeya bêkariya derveyî çandiniyê 0,4 ji 100'î zêde bû û bû 13,2 ji 100'î.

Di nav nifûsa ciwan de (temenê 15-24) rêjeya bêkariyê 0,2 ji puanî zêdetir bû û bû 20,8, di nav kesên temenê wan di navbeyna 15-64'an jî 0,6 puanî zêde bû û bû 11,4 ji 100'î.