DYA êdî naedile -Analîz

Biryara li dijî rêveberiya PKK´ê rûyê rastî yê DYA´yê derxist meydanê. Careke din xuya kir ku ti nirxa wan a insanî, exlaqî û wicdanî nîne. Bi vê biryarê li nava çavê gelê Rojavayê Kurdistanê nihêrîn û heqaret lê kirin. 

Hêzên navneteweyî, çawa ku ji biryara DYA´yê ya vê dawiyê jî diyar e, li Rojhilta Navîn ji bo berjewendiyên xwe Kurdan dîsa weke qurbanî dineqînin. Belavkirina biryara girtina sê pêşengên siyasî ên Kurd a DYA´yê bi temamî encama berjewendiyên qirêj û bazarên li ser mijarê ye. DYA´yê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî weke beriya 1979´an, ji xwe re dike armanc ku guhertineke îqtîdarê ya ku ew dikare bi kar bîne, bi ser bixe. Ew vê yekê ne ji bo demokratîkkirina Îranê dixwaze û di serî de pirsgirêka Kurd û çareserkirina pirsgirêkên Îranê naxwaze. Armanc ew e ku guhertineke îqtîdarê biçe serî ku di encamê de Îran întegreyî sermayeya kureyî bibe. Hedef ew e ku ji bo serxistina vê yekê Tirkiyeyê bi kar bînin.

Ya rastî, yekane welatê ku bi vê siyasetê wê bi ser keve wê bibe DYA. Ne Kurd, ne Tirkiye û ne jî gelên herêmê wê bi ser nekevin. DYE û Ewrûpa çareseriya pirsgirêka Kurd jî naxwazin. Ji ber ku ew çaresernekirina pirsgirêka Kurd weke qelsiya welatên herêmê dibîne û weke amûrekê radihêjiyê ji bo siyasetên xwe bi kar tîne. Dewletên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî jî pirsgirêka Kurd bi rastî çareser nakin û hîna jî tenê dibin aktorên xirab ên vê lîstikê. Careke din xuya dibe ku çaresernekirina Pirsgirêka Kurd, cezayek e ku xwedawendên xirabiyê li Rojhilata Navîn birrîne.

Êdî lazim e ji vê siyaseta qirêj re em bibêjin, êdî bes e. Ti xêr û fêdeya vê bêexlaqiya siyasî li gelên Rojhilata Navîn, li gelên dinyayê û heta li wanên ku wê dikin ango DYA û Ewrûpayê jî nîne. DYA û Ewrûpa difikirin ku di ser çaresernekirina pirsgirêka Kurd re siyasetê dikin û berjewendiyan bi dest tînin. Lê ew jî xwe dixapînin. Pirsgirêkên ku ji Rojhilata Navîn peyde dibin, ji bo wan jî ne xêr in. Xirabiya herî mezin bi serê wan de tê. Ew bi mohra siyasetvanên bêexlaq û qirêj tên daxdan, nexasim jî ji ber vê helwêsta xwe ya li Rojhilata Navîn.

Biryara DYA´yê durûtî û bêexlaqiyeke nedîtî ye. Êdî ev halê herî rezîl ê bêexlaqî û riziyana siyasî ye. DYE li aliyekî di şerê li dijî DAIŞ´ê de şirîkatiyê bi Kurdan re dike. Lê li aliyê din êrişa tesfiyekirina PKK´ê dide destpêkirin û PKK hêza moral û exlaqî ya wan Kurdan e ku DYA şirîkatiya wan dike. Helbet, nabe ku hêviyeke din ji bilî helwêsteke li gorî berjewendiyên wê, mirov ji DYA´yê bike. DYA tişta ku tifke û bavêje jî, belaş nade. Lê bêaxlaqiyeke di vê astê de jî êdî miqabilî wê peyv û têgehê ye ku Êzîdî jê re dibêjin celîkirî, Xirîstiyan dibêjin hermonîkirî û Elewiyên Tirk dibêjin, “duşkun”. DYA´yê ji bo ku îmaja xwe ya li dinyayê pirr zêde xirabûyî, çêke, li dijî DAIŞ´ê di heman çeperî de şer kir. Ji vê yekê, ji Kurdan bêhtir DYA´yê kar kir. Di nava sed salan de ev cara yekê ye ku DYA di nava karekî de ku erênî dihat dîtin û nirxandin, xuya bû. Herçî sererastkirina îmajê ye, ji ya Şerê Cihanê yê Duyemîn bêhtir bi tifaqa xwe ya bi Kurdan re a li dijî DAIŞ´ê bi ser xist. Lê niha, di serî de jî xiyanetê li wan Kurdan dike ku bi wan re li dijî DAIŞ´ê tifaq kiribû. Bi biryara li dijî sê rêveberên şoreşger re di serî de jî êrişî xelkê Rojava dike û heqaretê li vî gelî dike. Ji ber ku ya ku DAIŞ li Başûrê Kurdistanê sekinand, PKK bû. Gelek PKK´yî çûbûn Kobanê, li wir wan şer kiribû û şehîd bûbûn.

Dibêjin, mirov bi çi karî rabe jî, xêrek tê de heye. Bi vê biryarê di serî de xelkê Kobanê, Kurdên Rojava û gelên Bakurê Sûriyê rûyê rastî yê DYA´yê dît. Wan dît ka DYE çi qasî qirêj û bêexlaq siyasetê dike. Bêguman, tifaqa objektîf a li Kobanê ya li dijî DAIŞ´ê, ne şaş bû. Heger em bipirsin ka di berxwedana Kobanê de kê kir ku yê din bêhtir tiştan bi dest bixe, divê bê dîtin ku Kurdan kiriye ku DYA bi ser keve. Tenê di meseleya başkirina îmaja xwe de jî gelekî sûd wergirt ji Kurdan. Lê niha bi awayekî bêexlaq biryarên dijminê Kurdan werdigire. Cesaretê dide Tirkiyeyê ku êrişî Kurdan bike. Gelên Bakurê Sûriyê ev rastî dît. Heta, ya ku kir Tirkiye êrişî Kobanê û Girê Spî bike jî DYA ye. Bi siyaset û helwêsta xwe DYA´yê ev êriş teşwîq kirin û bi vê jî dixwaze gelên Bakurê Sûriyê bi temamî teslîmî siyaseta wê bibin. Siyaseta Rûsyayê ya li Efrînê ya ku digot, hûn teslîmî me nebin, ez ê pêşiyê li Tirkiyeyê vekim, niha jî di destê DYE´yê de ye, ew wê pêk tîne.

Biryara li dijî rêveberiya PKK´ê rûyê rastî yê DYA´yê derxist meydanê. Careke din xuya kir ku ti nirxa wan a insanî, exlaqî û wicdanî nîne. Bi vê biryarê li nava çavê gelê Rojavayê Kurdistanê nihêrîn û heqaret lê kirin. Heqaret û êrişeke ji vê mezintir li dijî gelê Rojava nabe. Biryara DYA´yê êrişeke li dijî tevahiya Kurdan e. Êrişek e ku armanca wê ew e ku tevahiya Kurdan lawaz bike. Tevahiya dinyayê dizane ku rêxistina herî mezin a Kurdan PKK ye. Dewleta Tirk jî bi vê dizane. Lê belê, ji ber ku hêzek e ku ev 40 sal e şerê wê dike, helbet wê reş dike, şerê psîkolojîk dike. Dibêje, PKK tiştek e, Kurd cihê ne. Ev helwêsta dewleta Tirk xwezayî ye mirov dikare fêm bike. Lê mirov nikare ya DYA´yê fêm bike. Bi vî aliyê xwe, siyaset, dijminatî û êrişên dewleta Tirk bi rengekî ji rengan di nava xwe de hevgirtî ne. Lê ya DYA´yê ji serî heta binî bêexlaqî ye; ti cihê wê nîne ku mirov bibêje, ava ye. Ji hêzeke kapîtalîst, emperyalîst û wêde, ev yek bêexlaqiya siyasî û dûrbûna ji her şêwaz nirxa insanî îfade dike. Ev helwêsta bêexlaq a DYA´yê wê DYA´yê needilîne.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA