ROJEVA 15'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Mijdara 2018'an.

- Doza li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, ku ji bo derxistina navê PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê' hatiye vekirin, tê payin ku vê Pêncşemê biryar li ser bê dayin.

- Elmanya ji bo 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne, xwe ker dike. Rêveberiya Rojava jî careke din bang li Berlînê kir û got, "Xwedî li welatiyên xwe derkevin, bi erka darizandina wan rabin, naxwe em ê li rêyeke din bigerin."

- Piştî fermana Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû, polîsên Tirk li Wanê li nava firoşgehan digerin û çenteyên piştî didin hev.

- Li gorî Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon got, pêşnûme peymana ku hikumeta Îngilîz der barê Brexîtê de pejirand, Îrlanda Bakur teşwîq dike û zerarê dide yekîtiya neteweyan ku pêkhateyên Qraliyeta Yekbûyî ne.

- Cotkarên ku ji gelek bajaran tên bazara organîk a li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, berhemên xwe difiroşin. Ev bazara ku tenê Şemiyê vekiriye, gelekî bala gel dikişîne.

- Hate ragihandin, hejmara koçberên bi rêyên qaçax tên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) daketiye asta herî nizm a 5 salên dawî.

- Li gorî yek ji astronotên berê yên Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) Tom Jones, ji bo astronot ji Marsê re bên şandin pêwîstî bi karekî ji 25 salî heye.