Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan.

Herî dawî Mehmet Ocalan roja 11'ê Îlona 2016'an çûbû Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibû.

SERLÊDANA PARÊZERAN NEHATE QEBÛLKIRIN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Nevroz Ûysal û Raziye Tûrgût jî doh ji bo dîtina Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê ev serlêdana ku cara 764'an hate kirin, nehate qebûlkirin.