6 sal û 3 meh ceza dan Hozan Canê

Hunermenda Kurd Hozan Canê ku meha Hezîranê li Edîrneyê ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibû girtin, ji doza ku dihate darizandin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Hozan Canê ji bo beşdarî xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên giştî bibe roja 24’ê Hezîranê li navçeya Enez a Edîrneyê ji aliyê polîsên rejîma Tirk ve hatibû destgîrkirin.

Doza Hozan Canê ku hemwelatiyê Elman e, roja Çarşemê (îro) li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê pêk hat.

Hunermenda Kurd ji doza ku girtî dihate darizandin li girtîgeha Stenbolê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û sûcên têkildarî wê red kir.

Hunermenda Kurd Hozan Canê wiha got; “Tu têkiliya min bi nivîsên li ser tevna civakî hatine parvekirin re nîne. Ez hunermend im û hunera xwe dikim.”

Heyeta Dadgehê bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Canê birî. Dadgehê biryar da ku Hozan Canê girtî bimîne.