Li Xurmatûyê 3 teqîn çêbûn
Li deverên cuda yên Xurmatûyê 3 teqîn çêbûn.
Li deverên cuda yên Xurmatûyê 3 teqîn çêbûn.
Doh danê êvarê li deverên cuda yên Xurmatûyê 3 teqîn çêbûn.
Ji rayedarên polîsên Xurmatûyê Hesen Elî li ser teqînan agahî da. Li gorî vê yekê, li kolaneke vala ya taxa Eskeriyê mayinek teqiya. Li nêzî Goristana Fatma Elzehra ya taxa Eskeriyê û li depoyeke vexwarinê ya li navenda navçeyê teqîn çêbûn.
Hate ragihandin, ji ber teqînê xisara madî rû daye.