Li Parîsê tecrîd û DYA hate protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdan bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşêng ên PKK’ê şermezar kirin.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgea Jinên Kurd ên Fransayê li pêşiya Parlamentoyê li hev civiyan û pankartên ‘Kurdistanî li dijî Erdoganê faşîst liberxwe dide’ û ‘Ji jiyana Ocalan hêzên komploger berpirsyarin’ vekirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê jî hatin hildan û dirûşmeyên ‘Erdoganê dîktator ji Kurdistanê bicehime’, ‘Dîktator Erdogan hevkarê wê DYA’ hatin berzkirin.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Bêrivan Firat axivî û wiha got; “Biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên Kurd derî ji komkujî û qirkirinên dewleta Tirk a li dijî Kurdan re vekiriye. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Bi gotina ‘PKK gel e gel li vire’ em ê li her derê bin û liberxwe bidin.”

Di çalakiyê de belavokên qala tecrîda giran a li ser Ocalan dikin, hatin belavkirin. Çalakî bi banga beşdarbûna bihêz a ji bo çalakiya 17’ê Mijdarê roja Şemiyê seat 13:00’an li Qada Repûblîqûeyê bi dawî bû.