Seyîd Riza li Berlînê hate bîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê, Seyîd Riza û hevrêyên wî di salvegera 81'ê ya darvekirinê de hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Însiyatîfa Azadiyê ya Dersimê ve hate organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Tirk a li Berlînê pêk hat.

NCDK a Berlînê, Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN, PYD Berlîn, Partiya Çep Berlîn û AvEG-KON'ê destek dan çalakiyê.

Yekîtiyên Dersimê yên li Ewropayê (ADEF) û Civata Jinûve Avakirina Dersimê peyamên piştgiriyê ji çalakiyê re şandin.

Însiyatîfê di çalakiyê de daxuyanî da û diyar kir, gelê Dersimê yê bê çek û bê parastin hatiye qirkirin.

Di daxuyaniya Însiyatîfê de hate gotin, "Dilê me diêşe, lê serê me bilind e. Em vê zilmê, vê bê wijdaniyê, vê namerdiyê şermezar û lenet dikin."

Bi dewamî hate gotin, "Ji bo em Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bîr nekin, nehêlin bên ji bîr kirin, em li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û gelek deverên cîhanê wan bi bîr tînin."

Nûnerê AvEG-KON'ê Bakî Selçûk jî diyar kir, dewleta Tirk bi rengekî plankirî û bi qanûnên taybet qirkirin kiriye.

Selçûk got, "Ev yek polîtîkaya bê mirovhiştina Dersimê ye ku serî li ber zilmê netewand. Ev polîtîka li Kurdistanê hîn dewam dike."