Kurd li Fransa, Elmanya û Danîmarkayê li qadan bûn

Li Fransa û Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan çalakî hatin kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransa Kurd û dostên wan carekî din li pêşiya Walîtiya Marsîlya û Sefaretxaneya DYA’yê hatin ba hev. Kurd û dostên wan îro jî saet 16:00’an tecrîd û biryara DAY’yê bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên her sê pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan li ser hatin vekirin û hat gotin ku biryara DYA’yê nasnakin.

RENNES

Bi heman armancê Kurd û dostên xwe bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê kom bûn. Di çalakiyê de biryara DYA û tecrîda giran a Tirk a li ser Ocalan hate protestokirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê hate kirin. Di çalakiyê de biryara DYA hate şermezarkirin. Hate ragihandin ku wê roja Înê saet 14:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYA ya li Frankfûrtê çalakî bê kirin û banga tevlîbûnê hate kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanayê bi rojan e Kurd di nava çalakiyê de ne. Kurdên ku roja Duşem û Sêşemê li ser rêya herî qelebalix mîtîng lidar xistin, vê carê jî li pêşiya Parlementoya Hambûrgê kom bûn. Tecrîd û biryara DYA’yê protestokirin. Roja Şemiyê jî wê bi pêşengtiya jinên Kurd ji heta Sefaretxaneya DYA’yê meşek bê kirin.

KOPENHAG

Li paytexata Danîmarka Kopenhagê, Kurdên ku li pêşiya Sefaretxaneya DYA'yê hatin ba hev, dirûşmên 'Bijî PKK' qîr kirin. Çalakvanan bang li DYA'yê kir ku dev jî terorîzekirina pêşengên Kurdan berdin.