Çalakiya li Hambûrgê roja 4'an li pey xwe hişt
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka hefteyê ve her roj çalakî tê lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka hefteyê ve her roj çalakî tê lidarxistin.
Kurdistaniyên li Hambûrgê ne, di roja çaremîn a çalakiya xwe de tevî dostên xwe li ber Parlamenta Hambûrgê li hev civiyan.
Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê hatin şermezarkirin.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Li dijî faşîzmê bibin yek" vekirin û sirûdên şoreşgerî gotin.
Roja Şemiyê jî wê saet 17'an ber bi Konsolosxaneya DYA'yê meşek bê lidarxistin.