Tecrîd û biryara DYA'yê li Swêdê hate şermezarkirin

Tecrîda li Îmraliyê û biryara DYA'yê li bajarê Gavleborg ê Swêdê hate şermezarkirin.

Meclîsa Gel a li bajarê Gavleborg ê Swêdê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kir.

Kurdistanî bi meşaleyan li ber avahiya komeleyê li hev civiyan û li ber pankarta "Destên xwe yên bi xwîn ji lîderên me vekişînin" ber bi Stortorget a Swêdê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Faşîst Tirkiye", "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" hatin qîrîn.

'AQÛBETA ERDOGAN WÊ NEBAŞ BE'

Hevserokê Meclîsa Gel Mîrza Behram li meydana Stortorgetê axivî û got, "Heta ku tecrîdkirina Serokê me û biryara Amerîkayê ya li dijî sê lîderên me bên rakirin, çalakiyên me wê dewam bikin."

Zerdeşt Hewlerî jî belavoka NCDK-Swêdê xwend. Di belavokê de işaret bi rewşa li Tirkiye û Rojhilata Navîn hate kirin û hate gotin, "Tirkiye bi dijminatiya xwe ya li Kurdan krîza aboriyê giran dike û faşîzmê mayinde dike. Bi vî rengî dewam bike wê aqûbeta Erdogan nebaş be."

Herî dawî nûnera Komuna Jinê axivî û bang li jina kir ku li dijî vê biryarê têkoşînê mezin bikin.