ROJEVA 16'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Mijdara 2018'an.

- Li Îranê karker û kedkar bi mehan e li qadan e, ya jî di grevan de ne. Ev nerazîbûna gel ne ji aliyê DYA'yê, ne jî ji aliyê Ewropayê ve tê dîtin.

- Qeyûmê AKP'ê ku li Kreşa Perperok axaftina bi Kurdî qedexe kir, niha jî ji bo pereyan ji malbatên ku zarokên wan berê li kreşê perwerde didîtin werbigire, doz li gelek malbatan vekir.

- Salîha Şanli diyar kir, bi çêkirina portreyên Dayikên Şemiyê ew hewl dide bibe dengê dayikan. Şanli got, "Nebû ku ez bêdeng bimînim û bibim hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê."

- Bandora giran a krîza aboriyê li bazarên taxan ên li Wanê tê dîtin. Şêniyên bajêr, îsal ji ber krîzê bi têrkerî madeyên xurekê yên pêwîst nekarîn bikirin û ji bo zivistanê nekarîn amadekariyê bikin.

- Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer nerazîbûn nîşanî cezayê 6 sal û 3 mehan da ku li welatiya Elman Ozan Canê hatiye birîn. Sommer got, "Nêzîkatiya hikumeta Elman ku di mijara welatiyên Elman de yên li Tirkiyeyê girtî ne bi cihêkarî tevdigere, nayê qebûlkirin."

- Tê gotin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), baca nû ya gumrukê ku plan dike li ser Komara Gel a Çînê ferz bike, ji bo vê gavê sekinandiye.

- Hejmara penaberên ji Hondûrasê yên li ser sînorê DYA'yê zêde dibe.