Li Dusseldorfê konê azadiya Ocalan hate vedan

Li bajarê Dussseldorf ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, konek hate vedan.

Konê ku saet 11:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYA ya li Wîllî-Becker-Alle ye hate vedan bi deqeye rêzgirtinê û şûnde çalakî destpê kir.

Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorf, Însyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorfê û Komîna Jinan a Brevenbroîch Tîjda Ekencîk tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin biryara xelatkirina DYA'yê ya li ser sê têkoşerên Kurd hate şermezarkirin, hate gotin ku ev nayê pejirandin.

Her wiha di çalakiyê de yek ji pêşengên Kurd Seyîd Riza û hevalên wî yên beriya 81 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn darvekirin jî hatin bîranîn.

Li konê ku hatî banga hestyariyê hate kirin belavok hatin belavkirin, heta saet 15:00’an bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî yekîtiya enternasyonalîst’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.