Rapora PE ya Tirkiyeyê: Pêvajoya muzakerayan rawestînin

Raportora Parlemetoya Ewropa (PE) ya Tirkiyeyê Ketî Pîrî, di rapora Tirkiye ya îro hate pêşkêşkirin de ragihand ku ti ewlekariya pêvajoya hevdîtina ku endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê nemaye. Pîrî daxwaza rawestandina pêvajoya muzakereyan kir.

Parlementera Ewropayê Katî Pîrî, di rapora îro hatî pêşkêşkirin de, got: “Dewama pêvajoya muzakereyan a Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, di nava mercên heyî de ewlekariya xwe bi temamî winda kiriye.”

Pîrî wiha pêde çû: “Em niha di nivîsandina deklarasyona hemwelatîbûna Ewropayê de ne. Ji bo em çi bikin niha ramanekî me heye.”

Raportor Pîrî daxwaza bi temamî pêvajoya muzakereyan a li gel Tirkiyeyê bê rawestandin kir, da xuyakirin ku di warê Parlementoya Ewropayê de xeta sor derbas kiriye.

Pîrî bal kişand ser ‘Rêkûpêkiyên Destûra Bingehîn a rewakirina hêzekî ku bi zêdahî rayeyê dide diyarkirina wezîran, dîsa hilbijartina darazan û derxistina biryarnameyan.”

XETA SOR A PE’YÊ HATIYE DERBASKIRIN

Pîrî diyar kir ku di ketina meryetê de ya vê rewşa ku di rapora dawî ya li Parlemetoya Ewropayê de hişyariya bi temamî ya rawestandina muzakereyan da û got: “Ev niha pêk tê.”

Pîrî wiha dom kir: “Di demê dawî de bi biryarên derveyî hiqûqê û bê ku bê rawestandin dom kirin, kir ku rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan jî di nav de 50 hezar kesî zêdetir niha girtîn e. Ev yek ne mimkûne ku bê erêkirin.”

KONSEYA EWROPA JÎ JI BÛYERÊN DIQEWIME BERPISYAR E

Pîrî ji bûyerên diqewimin Konseya Ewropa jî berpisyar dît û wiha domand; “Konsey jî ji vê rewşê berpirse, Parlamentoya Ewropa jî gelek caran vekirina sernavên muzakereyan ku hatîn pêşkêşkirin red kir û fersendên berê yên ji bo gotubêjikirina li ser dewleta hiqûq û demokrasiyê ya rejîma Tirk bikarneanî. Niha tevî ku li hemû aliyan zext zêde bûne jî Konseya muzakereyên endamtiyê ku di rewşek mirî de ye ku di wê ferqê de ye jî nîşakirina xeta sor jî red dike.”

Pîrî diyar kir kiu hikûmeta Tirk ji bo hilbijartina endamtiyê ne bi pratîk bi teorîk digre dest û wiha ogt; “Wiha xuya dike ku ji bo her du aliyan di rewşekî ku nikarin ji nav derkevin de ne. Weke encam têkiliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de bi rewşa xwe ya saf veguheriye rewşa bazirganiyê.”

DIVÊ LI GORÎ 72 KRÎTERAN BE

Pîrî got rawestandina fermî ya muzakereyên bi Tirkiyeyê re nayê wateya girtina derî ji bo gelê Tirk û wiha anî ziman; “Tirkiyeya ku di aliyê demokrastî û aboriyê de bi îstikrar be li gorî berjewendiyê Yekîtiya Ewropayê ye. Encam ji bo ku Tirkiye di nava YE û nirxên wê de bimîne divê hemû derfet werin bikaranîn.”

Pîrî bang li hikûmeta Tirk kir ku yasaya antî-teror jî di nav de li gorî 72 krîteran tevbigere.