Doza HDP Gungorenê: Dozger xwest 9 kes bên girtin

Di doza HDP Gungorenê de dozger xwest 9 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" werin kirin ku Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de ye.

Li Stenbolê, beriya 1'ê Gulanê serdegirtin li avahiya HDP'ê ya navçeya Gungorenê hatibû kirin û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, rojnamevan Servet Karadûman û Melîke Ceyhan jî di nav de 38 kes hatibûn destgîrkirin. Rûniştina darizandina 38 kesan ku ne girtî ne, li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Gelek kesên tên sûcdarkirin û parêzer tevlî rûniştinê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek li rûniştinê axivî û diyar kir, serdegirtin û destgîrkirina wan operasyoneke siyasî ye û got, ew di siyaseta demokratîk de israr dikin.

Çîçek bi wesîleya salvegera darvekirina Seyîd Riza, ew û hevalên wî bi bîr anî û got, li Tirkiyeyê ji wê rojê û vir ve bi rê û rêbazên cuda îdam dewam dikin.

Piştî ku rojnamevan Melîke Ceyhan û Ridvan Çetîn parastina xwe kirin, dozger nêrîna xwe ya esasî got.

Dozgerê Tirk xwest, Cengîz Çîçek, Halît Îpekyuz, Mehmet Emîn Kiliçarslan, Yuksel Seyîtvan, Gulsîmet Onal, Kezîban Bûlak, Kazim Kose, Omer Ozkan û Gonul Karaman bi îdîaya "propaganda rêxistinê" bên cezakirin. Ji bo 29 kesan jî daxwaza berdanê kir.

Parêzer piştr axivîn û xwestin, qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser muwekîlên wan hatine danîn bê rakirin. Parêzeran diyar kirin wê parastina xwe ya esasî di rûniştina bê de bikin.

Heyeta dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat dewam bike û şertê kontrola edlî yê li ser Omer Ozkan bê rakirin. Rûniştina dozê jî ji bo 1'ê Sibata 2019'an taloq kir.