Aboriya Tirk têk diçe: Rêjeya bêkariyê bû 11 ji sedî!

Aboriya Tirk serberjêr bûye û her têk diçe. Gel gilî û gazinan ji zam û hatineya kêm dike. Rêjeya bêjariyê jî her zêde dibe.

TUÎK'ê hejmara bêkaran eşkere kir. Îlona 2018'an bêkarî bi 0,8 pûanî zêde bû û gihîşt 11.4 ji sedî.

Li gelemperiya Tirkiyeyê, di nava mirovên ji 15 salî mezintir de hejmara bêkariyê Îlona 2018'an li gorî heman dema sala bihurî bi 330 hezarî zêde bû û gihîşt 3 milyon û 749 hezar kesî. Bi zêdebûna 0,8 pûanî, rêjeya bêkariyê bû 11,4 ji sedî.

Bêkariya li nava ciwanan (15-24) salî, bi 1,6 pûanî zêde bû û gihîşt 21,6 ji sedî. Di nava nifûsa navbera 15-64 salî de ev rêje 0,9 pûanî zêde bû û bû 11.7 ji sedî.