Komên nû greva birçîbûnê dewr girtin

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ya bi armanca protestokirina tecrîdkirina Ocalan 27’ê Mijdarê dest pê kir, bi koma sêyemîn dewam dike.

Bi armanca protestokirin û dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên PKK û PAJK'ê yên di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de tên ragirtin ketibûn greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyên azadiyê ya ku 27’ê mehê dayê destpêkirin, ji aliyê koma sêyemîn ve dewr hate girtin.

Agahiyên di derbarê girtiyên ketine çalakiyê de wiha ne:

ÎZMÎR

* Girtiyên di girtîgeha Kiriklar ya hejmara 1 û 2 ya tîpa F de bi komên sê kesan destpê kiribû. Di roja 10’î de koma sêyemîn îro dest bi çalakiyê kir.

*Li girtîgeha Şakran girtiyên jin ji çar jûran ji her jûrê kesek bi giştî çar kesan, çalakî dewr girt.

*Li girtîgeha Şakran ya hejmara 1 a Tîpa T jî dest bi çalakiyê kirin. 

*Li girtîgeha Şakran a hejmar 3 a Tîpa T, ji 18 girtiyan 12 kesan çalakiya xwe ya bê dawî û dorveger bi encam kirin û îro 6 kesên din dest pê kir. 

* Li girtîgeha Şakran a hejmar 2 a Tîpa T koma ji 10 kesan pêk tê îro dest bi çalakiyê kir. 

* Li girtîgeha Şakran a hejmar 4 a Tîpa T, çalakiya ku bi komên 5 kesî destpê kirî wê 5 kes bidomîne.

* Li girtîgeha Menemen a Tîpa T, îro 3 kes çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. 

* Ji 50 girtiyan ên li girtîgeha Odemîş dimînin 4 kesan çalakî dewr girt. 

DENÎZLÎ

Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê her jûrê kesek ketiye greva birçîbûnê. 

AYDIN

Girtiyên li girtîgeha Aydin Soke ya Tîpa T dimînin bi du koman çalakiya xwe didomînin. 

BALIKESÎR

* Li girtîgeha Bandirma ya Tîpa T hejmar 1 ji her jûrê 6 kesî dest bi greva biçîbûnê kirin. 

* Girtiyên jin ên li girtîgeha Balikesîr Burhaniye Tîpa T tên ragirtin bi awayekî dorveger bi yek kesî ketine greva birçîbûnê.

* Li girtîgeha Balikesîr Kepsutê jî 3 girtiyan greva birçîbûnê dewr girt.

MANÎSA

* Li girtîgeha Manîsa ya Tîpa T 2 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. 

DÎLOK

* Girtiyên bi navê Davut Cankul, Yusuf Karaaslan, Rêkar Kawa Huseyîn, Alî Karakaş û Îskender Yalçın ên li girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dest bi greva birçîbûnê.