Li Sydneyê tecrîd û êrîş hatin şermezarkirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li Sydneyê hatin şermezarkirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li Sydneyê hatin şermezarkirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên komkuj yên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Şengalê li Sydney a Avûstralyayaê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Serokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aîverî li çalakiyê, ku li meydana Custom House Cirqular Quay pêk hat axivî, got di serî de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hemû berpirsen êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê û kesên ku li bara van komkujiyan bêdeng mane hesab were pirsîn.
Berdevkê KNK'yê yê Sydneyê Îsmet Taxtan jî got Erdogan têkçûna DAÎŞ'ê dibîne û ji bo vê jî van êrîşan tîne.
Di alakiyê de gelek belavokên bi naveroka daxwaza azadiya Ocalan û tecrîda girankirî hatin belavkirin.