Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de di rêza sêyemîn de ye!

Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de, di rêza sêyemîn de ye. Di sala 2018’an de li cîhanê 80 rojnamevan hatin qetilkirin.

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Bîlançoya Salane ya Azadiya Çapemeniyê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê zext û şîddetên li ser rojnamevanan didome. Di sala 2018’an de li cîhanê 80 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin.

Herî zêde li Hindistan, Efganistan, Sûriye, Meksîka û Yemenê rojnameger hatine qetilkirin. Di 10 salên dawîn de 702 rojnameger hatine qetilkirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku ji bo rojnamegeran xetereya herî mezin şerên çekdarî ye lê rojnamevan herî zêde li derveyî herêmên şer hatine qetilkirin. Di raporê de ji bo cezakirina sûcdaran bang li saziyên navneteweyî hate kirin.

REKORA TIRKIYEYÊ!

Li gorî raporê piştî Çîn û Misirê herî zêde li Tirkiyeyê rojnamevan hatine girtin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li Çînê 60, li Misirê 38 û li Tirkiyeyê jî 33 xebatkarên çapemeniyê hatine girtin.