Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

KONGRA-GE: Gelê me yê li welêt û li derveyî welêt, divê li dora grevên birçîbûnê yên li zindanan û derve li hev bicivin. Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêkanîna azadiya li Kurdistanê, em berxwedana xwe geş bikin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya îro ya li Efrînê li dijî çeteyên Cebha El-Şamiye li xwe girt. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çete hatine kuştin.

 

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 14'ê Kanûnê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 71 çete hatine kuştin.

MLKP/Kurdistan nerazîbûn nîşanî ‘terora faşîst’ a dewleta Tirk da û diyar kir ku rejîma Erdogan Tirkiyeyê dixe nav şerekî mezin.

Koordînasyona DGH'ê ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê 2 kargeh û 2 febrîqe hatine şewitandin.

Parlamenterê partiya LAE ya li parlamenta Yewnanîstanê Nîkos Xondîs rewşa Efrîniyên ji cih û warê xwe bûne û li Şehbayê bi cih bûne, ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê pirsî û xwest, tavilê alîkarî ji wan re bê kirin.

Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.