ROJEVA 18'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2018'an.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî. Karasû di mijara operasyoneke gengaz a Tirkiyeyê de got, "Ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikare bi me."
- Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan diyar kir, tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye êşkenceyê û got, CPT bi erka xwe ranabe, Konseya Ewropa jî bi rengekî siyasî nêzî binpêkirina mafên mirovan ên li vir dibe.
- Partiya Komunîst a Fransayê (PCD) nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava da û diyar kir, ev yek ji DYA û Rûsyayê ne cuda ye.
- Li sîteya Sakkara ya li nêzî paytexta Misir Kahîreyê, goreke 4.400 salî hate dîtin. Tê gotin, gor a rahîbekî ye.