Li Tambovê greva birçîbûnê dest pê kir

Kurdên li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambovê yê Federasyona Rûsyayê, Meclîsa Gelê Kurd ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Serokê Meclîsê Nabî Abdulsalamov got, "Dewleta Tirk neçar e ji raya giştî re eşkere bike bê li girava Îmraliyê çi diqewime. Gelê Kurd dixwaze agahiyê ji Rêberê xwe bigire ku sê sal in hay jê nîne. Erdogan ê faşîst û hikumeta wî di şexsê Ocalan de dixwaze Kurdan bê îrade bike û ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Lê belê gelê Kurd civakeke zane ye ku xwe nêzî vê polîtîkaya qirêj nake. Ji bo tecrîda ku li dijî mirovahiyê ye bi dawî bibe, li çar aliyên cîhanê grevên birçîbûnê pêk tên. Divê ev deng were bihîstin. Di vê mijarê de em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî dikin ku bi rola xwe rabin."

Abdulsalamov di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got, "Guven pêşeniyê ji têkoşîna me ya ji bo Rêbertî re dike. Em ji tenduristiya wê jî niha bi fikar in. Bêyî ku dereng bibe divê daxwazên Leyla Guven bi cih werin anîn."

Beşdarên çalakiyê jî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Îmraliyê şermezar kirin.