ROJEVA 17'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Kanûna 2018'an.
- Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Salih Muslim diyar kir, ku di nava dewleta Tirk de zîhniyeta Îttîhat û Terakkî xwe nû kiriye û ev yek ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e.
- 25 jinên li Amedê di dema greva birçîbûnê de hefteya derbasîbûyî hatin destgîrkirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Çalakgeran gotin, hem êşkenceya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk li wan hatiye kirin.
- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir, cara yekê ye demeke ewqasî dirêj agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.
- Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Elmanya Berlînê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Polîsan piştî pîrozbahiyê gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Jinekê jî krîza dil derbas kir.
- Mizgefta El Nûrî ku yek ji sembolên Mûsilê ye û di dema şerê dijî DAÎŞ'ê de xera bû, ji nû ve tê çêkirin.