Greva birçîbûnê ya li Moskowayê bi koma nû dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Moskowayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja sêyemîn de ye.

Grev ji aliyê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd li Rûsyayê, Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê, Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê û saziyên Êzîdxanê ve tê organîzekirin. Greva birçîbûnê bi koma nû dewam dike.

Nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskowayê tevî dostên xwe serdana çalakgeran kirin. Di dema serdanê de peyam hatin dayin û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

'DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN DEWRÊ'

Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev li qada çalakiyê axivî û got, "Em vê tecrîda giran ti carî qebûl nakin û ji bo bidawîkirina vê yekê bang li hêzên navneteweyî dikin ku bikevin dewrê."

'BERXWEDANA GELÊ ME WÊ RÊ LI BER AZADIYÊ VEKE'

Patiyev işaret bi grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê kir û got, "Di serî de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven em hemû grevên birçîbûnê yên li zindana silav dikin û bi navê Kurdên li Rûsyayê piştgiriyê didin wan. Bi saya berxwedana zindanan gelê me bûye xwedî ruhê berxwedanê û ev ruhê berxwedanê wê rê li ber azadiyê veke."

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê jî hatin şermezarkirin.